Lîderên welatên G7 Rûysa di mijara çekên kîmawî û biyolojîk de hişyar kir

Ji paytexta Belçîka Brukselê peyamên hiyariyê bo Moskow hatin dayîn. Lîderên welatên G7 Rûsya di mijara karanîna çekên biyolojîk, kîmawî û nukleerî de hişyar kirin.

Serokên welatên G7 li paytexta Belçîka Brukselê civiyan.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî civînê hat dayîn de, serokên welatên G7 bi eşkereyî Rûsya di mijara bikaranîna çekên kîmyewî, biyolojîkî, nukleerî û beşên wê de hişyar kir.

Di daxuyaniyê de îdiayên Rûsyayê yên ku dibêjin Ûkrayna xwe amade dike çekên kîmyewî û nukleerî bikar bîne wek berovajîkirina rastiyan tat binavkirin û hat şermezarkirin.

Welatên G7’ê ji ber vê rewşê bi fikar in û bal hat kişandin ser rejîma zextê ya ku rêveberiya Rûsyayê bi darê zorê li dijî gelê xwe bi kar tîne ku bandora wê roj bi roj zêde dibe.

Lîderên G7 jî îşaret bi wê yekê kirin ku divê Rûsya piştî wê yekê di rêxistinên navdewletî de neyê temsîlkirin.

Biden: Putin çeka kîmawî bikar anîban me wê bersiv daban

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî Civîna Awarte ya NATO û Lûtkeya G7 ya bi Lîderan re li paytexta Belçîka Brukselê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Biden careke din piştevaniya xwe ya ji bo Ûkrayna anî ziman û diyar kir ku ew ê cezayên li ser Rûsya hîna tundtir bikin.

Biden diyar kir ku ew di warê îstixbaretê de, agahiyan parve nake û ji bo karanîna çekên kîmyewî wiha got:

“Eger çekên kîmyewî bikar bîne em ê bersivê bidin.

Asta bersivdayîna me wê li gorî asta bikaranîna çekên kîmyewî be.”

Macron: Em ê pêwistiyên ji bo parastina Ûkrayna bidomînin

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî derket pêşiya çapemeniyê û piştevaniya welatê xwe ya ji bo Kîevê anî ziman.

Macron got: Em ê di peydakirina pêwistiyên parastinê yên ji bo Ûkrayna de bidomînin.

Scholz: G7, pejirand ku ger pêwist bike wê hîn ceza li ser Rûsya werin ferzkirin

Almanya ya ku di helwesta wê ya êrişa Rûsya li ser Ûkrayna de hertim tê rexnekirin jî helwest diyar kir.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz di daxuyaniya çapemeniya piştî civîna NATO û G7 de, helwesta welatê xwe careke din zelal kir.

Olaf Scholz diyar kir ku wan li hev kirine ku eger pêwîst bike welatên G7 wê cezayên li ser Rûsya hîna zêdetir bikin.

Scholz bal kişand ser wê yekê ku divê Rûsya leşkerên xwe ji Ûkraynayê vekişîne û ger ev yeke nebe wê welatên G7 dudilî nebin ku bandora xwe ya aborî zêde bike.

Serokwezîrê Almanya got: “Îro em hemû hemfikrin ku bi tevahî dorpêçan pêk bînin. Di heman demê de G7 jî qebûl kir ku ‘ger pêwist bike’ cezayên zêdetir bisepîne.”

Back to top button