Rêxistinên jin li pêşiya avahiya “UN” a Qamişloyê daxwiyaniyek da

Rêxistinên jin ên li herêmê der barê şehadeta her sê şervanên YPJ’ê li Qamişlo li pêş avahiya “UN” daxwiyaniyek da.

Rêxistinan di daxwiyaniya xwe de êrişa li Qamişlo ya li dijî hersê şervanên YPJ’ê şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk di vê pêvajoya dawiyê êrîşên xwe yên li ser herêmê gurtir kiriye.

Ev êrişên pêk tîne sûcên şer e.

Ev êrişên tên kirin bi armanca dagirkirina hemû axa herêmê ye .”

Rêxistinan her wiha diyar kir ku Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên sîstematîk de, jinên pêşeng hedef digre û ev gotin :

“Ev bi zanebûn tê kirin.

Dixwazin têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê lewaz bikin.

Heman demê pêşî li çareseriya demokratîk a ku jin pêşengiyê jê re dikin, bigirin. ”

Dawiya daxuyaniyê, Rêxistinên jinan bang li Civaka Navnetewî kir ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk bisekinin

Back to top button