Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd der barê şehadeta hersê şervanên YPJ’ê de eşkere kir ku di kesayeta Fermandar Jiyan de, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bûye armanc û got:
“Ev êriş bi desteka NATO û Yekîtiya Ewropayê çêbûye.”
Ji bo êrişeke gengaz jî Nûrî Mehmûd ragihand hîna dewleta Tirk destûr bi dest nexstiye, lê belê eger pêk were, divê weke rêbazê Şêxmeqsûd û Kobanê bersiva êrişan bê dayîn.
22 Tîrmehê dagirkeriya Tirk êrişeke ezmanî li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê pêk anî.
Di encamê de ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û hevreyên wê Barîn Botan û Roj Xabûr şehîd bûn.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di bernameya Bûyer a televezyona me de eşkere kir ku ji ber rola Fermandar Jiyan di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bû hedefa êrişa dagirkeriyê.
Nûrî Mehmûd: Êrişên ezmanî bi desteka NATO û Yekîtiya Ewropayê pêk tên
Berdevkê YPG’ê di van êrişên dewleta Tirk NATO û Yekîtiya Ewropayê tawanbar kir..
Nûrî Mehmûd destnîşan dike ku li hemberî van êrişên ezmanî divê xweparastin û rêxistinkirin xurt bibin.
Nûrî Mehmûd: Pêwîst e em xwe li hemberî êrişên ezmanî biparêzin
Têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo bidesxistina destûreke êrişê li dijî Bakurê Sûrî, Berdevkê YPG’ê piştrast kir ku heta niha tu destûr bidest nexistiye û ev yek jî weke sedema êrişên dawiyê bi nav kir.
Nûrî Mehmûd: Wê mîna berxwedana Kobanê û Şêxmeqsûd bersiva êrişan bê dayîn
Têkildarî heman mijarê jî Berdekvê YPG’ê eşkere kir ku ew ê mîna berxwedana Kobanê, Şêxmeqsûd û Serê Kaniyê yên destpêkê, bersivê bidin hemû hewldanên dagirkeriyê.