Kiev: Bi moşekên HÎMARS ên Amerîkayê, me 50 navendên Rûsyayê rûxandin

Şerê li Ukrayayê ku ji 24’ê Sibatê ve dewam dike, êdî veguherî şer wekaletê yê Rûsya û NATO’yê.
Lewma Ukrayna ji destpêkê ve bi çekên NATO û bi taybet ên Amerîkayê şer dike.
Wezareta Parrastinê ya welat ragihand ku wan bi rêya moşekên Amerîkî, 50 navendên leşkerî yên Rûsyayê rûxandine.

Di ser şerê Ukrayanayê re 5 meh derbas bû.

Di serî de Amerîka û NATO, hêzên Rojavayî yên nekarî pêşî li vî şerî bigrin, bi cezayên giran ên li Mosko birîne û her wiha desteka leşkerî, destekê didin Kievê.

Bi gotineke din, niha şerê li Ukraynayê ku bi çekên NATO tê birêvebirin, veguheriye şerê wekaletê.

Rêveberiya Kievê dibêje bi saya van çekan ew derbên giran li artêşa Rûs dixin.

Doh di vî warî de Wezareta Parastinê ragihand ku di nava meha derbasbûyî de bi Moşekên HÎMARS ên Amerîkayê wan 50 navendên leşkerî yên Rûsyayê rûxandine.

Wezîrê Parastinê Oleksiy Reznikov îşaret bi wê yekê kir ku Moşekên HÎMARS xwedî bandoreke mezin in û got;

Bi saya van çenkan, artêşa Ukraynayê tevgera dagirkeriyê ya Rûs paşve dixe.

Derbên giran li artêşa Rûsyayê têne xistin ku dorpêçkirina bajaran tê astengkirin.

Back to top button