Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser dest bi projeya mezin a çêkirina rêya di navbera Dêrik û Qamişlo de kir.
Gerînendeyê projeyê, endezyar Kawa Elî têkildarî projeyê axivî û diyar kir ku ev projeya herî mezin li herêmê ye û got:
“Rêveberiya Herêmî armanc dike ku zextê li ser şaredariyan sivik bike, da ku şaredarî ji xebatên li bajar û bajarokan re vala bibin.
Kawa Elî da zanîn ku niha tenê werşeyek li ser vê projeyê dixebite û paşê dê werşeyên nû li Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê bên avakirin.
Endezyarê axnasiyê Dawûd Şêxmûs jî diyar kir ev proje dê bi kalîteyeke bilind pêk bê û karekî zêde jê re divê û got: “Ev rê ji aliyê taybetmendiyên teknîkî ve mîna rêya M4 e, hemû madeyên vê projeyê ji herêmê ne û madeyek jî ji derve nehatiye bikaranîn.
Endezyarê rêyan Xalid Yasîn jî da zanîn ev proje dikeve xizmeta 500 gund û rêya stratejîk ji ber ku deriyê Sêmalka bi bajar û bajarokên herêma Cizîrê ve girê dide.