7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrê) li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi amadebûna rewşenbîr û nivîskarên ji herêmê di roja xwe ya duyemîn de dewam kir.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de panelek bi navê “felsefeya Melayê Cizîrî” ji milê nivîskar Diyar Bohtî, nivîskar Beşîr Mele Newaf û nivîskar Arşek Baravî ve hat dayîn.
Nivîskar Diyar Bohtî der barê felsefeya Melayê Cizîrî de axivî û got:
“Melayê Cizîrî fîlozofekî Kurda ye, cizîrî xwedî felsefeyek însanî ye divê bi qasî nirxê wî yê hêja gelê Kurd xwedî lê derkeve.
Nivîskar Arşek Baravî behsa Melayê Cizîrî kir û axifî:
“Melayê Cizîrî evîna xwedan bi evîna welat ve girê dida.
Kurdistan jî di helbestên xwe de kiriye sembolek, behsa çem û bexçeyên Kurdistanê dike.”
Rewşenbîr û Nivîskar Beşîr Mele Newaf jî axifî û wiha got:
“Melayê Cizîrî di dîwana xwe de 120 helbest dane, ji bo wan 12 qalib bikar anîne.”
Helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî bi şêwazê xwe, xwe zindî hiştiye.
Qamişlo-Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala melayê Cizîrî dest pê kir