Xelkê Mexmûrê serdana gorên şehîdan kirin

Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristana wargehê kirin,
li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û cejna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pîroz kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê çûn goristana wargehê, mûm danîn ser gorên şehîdan û Cejna Qurbanê li şehîdan pîroz kirin.

Piştî pêxistina findan, ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd deqîqeyek rêz hate girtin.

Herwiha li ser navê malbatên şehîdan bavê Şehîd Viyan Ozgur, Sedîq Demîr axivî û got:

“Em nikarîn bi gotinan şehîdên xwe bînin ser ziman.

Yên ku xewn û xeyalên van şehîdan pêk bîne, emin.

Heta em û Rêbertiya xwe, li gel hev jiyan nekin wê xewn û xeyalên me pêkneyên.

Ji bo ku em bi Rêbertiya xwe re azad bijîn, divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.

Em ji dijminê xwe bihêztirin. Ger bi Rêbertî re hevdîtin pêkwere, wê aştiyek mayînde çêbibe.

Em bi hêvî ne ku wê ev cejin bibe cejna azadî û aştiya gelan.”

Şêniyên Wargeha Mexmûrê vê sibê jî piştî nimêja cejnê ya siharê berê xwe dan goristana Şehîd Nûjîn a wargehê.

Piştre jî berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin.

Back to top button