QSD: Dewleta Tirk tevgera xwe ya li ser rêya M4 zêde kir

QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand.
QSD’ê diyarkir ku artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan tevgera xwe ya li ser rêya M4 a navnetewî zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD bi daxuyaniyeke nivîskî encama êrîşên dewleta Tirk û berxwedana 24 saetên dawî ya li dijî van êrîşan eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniyê ev agahî parve kirin:

Li Eniya Til Temir artêşa dagirker û komên çete yên girêdayî wê li gundê Leylan hewl dan ku qadên nû dagir bikin û tevgera xwe li herêmê zêde kirin.

Li Eniya Eyn Îsa li herêma gundê Mesûdiyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş birin li ser herêmên sîvîl.

Her wiha cebilxaneya artêşa Tirk a dagirker di hundirê depoya genim de teqiya û di encamê de gelek çete û leşkerên artêşa dagirker mirin.

Her wiha li Eniya Qiz Alî jî dewleta tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bê mirov ve êrîş bir ser gundên Kefîfa û Zenûba.

QSD’ê diyarkir ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şervanekî QSD’ê şehîd bûye û şervanek jî birîndar bûye.

Leave a Reply

Back to top button