Şaredariya Goteborg a Swedê dahata xwe bexşî Rojava kir

Gelên li Ewrûpayê tevî çalakiyan di warê madî de jî piştgiriya xwe ya ji Rojava re nîşan didin.
Şaredariya Goteborg ya Swedê dahata xwe bexşî Rojava kir.

Endamên Meclîsa Şaredariya Partiya Çep a Şaredariya Goteborgê biryar dan ku dahateyên xwe bexşî hêzên YPG/YPJ’ê bikin.

Endama Meclîsa Şaredariyê û Berpirsa Têkiliyên Karê Derve yê Navnetewî ya Goteborg Johanna Elîasson bi daxuyaniyek nivîskî ev biryar ragihand.

Elîasson diyar kir ku endamên Partiya Çep dahateyên civîna 21’ê Mijdarê ku tevlî bûbûn, ji bo piştevaniya “Rojava” bexşî hêzên YPG/YPJ’ê kirine û ji bo piştgiriyê bang li hemû endamên partiyan kir.

Elîasson li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku helwesta dewleta Tirk ya hilweşandinê ye û nayê qebûlkirin.

Endama Meclîsa Şarederiyê bi bîr xist ku ji Goteborgê gelek çete beşdarî DAÎŞ’ê bûne û ev mijar di raya giştî de tê gotûbêjkirin û got: “Hêza herî girîng a li dijî DAÎŞ’ê şer kir YPG û YPJ ye.”

Rêxistina ciwanan a Partiya Çep jî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava kampanyayek dabûn destpêkirin û 200 hezar kronê Swedê kom kiribûn.

 

Leave a Reply

Back to top button