Konseya Rêveber a KNK’ê, Cejna Qurbanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir û got:
“Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnê xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”
Konseya Rêveber a KNK’ê, bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê diyar kir ku di cejnê de jî li tevahî Kurdistanê êrîşên bi armanca qirkirina gel didomin û wiha got:
“Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin.
Li seranserê Kurdistanê êrîşên bi armanca qirkirina gelê me berdewam in.
Dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin.
Li Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel zêdetir bûne û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin.
Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam in û êrîşên dewleta Tirk jî lê zêde bûne.
Di heman demê de êrîşên li ser Rojava jî berdewam in.”
KNK’ê, bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li hember êrîş û dagirkeriyê rabibin û nêrazîbûna xwe li dijî dagirkeran zêde bikin.