Çavdêrên Siyasî: Sedama êrîşên dagirkeriyê nebûna yekîtiyê ye

Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê nebûna yekîtiya di nava partiyên siyasî de, weke sedema êrişên dagirkirina Kurdistanê dibînin û diyarkirin ku dewlet Tirk a dagirker dixwaze xewna Osmaniyan zindî bike.

Dewleta dagirker bi nêzbûna sedsaliya Peymana Lozanê re êrişên xwe yên ser Gelê Kurd hîn zêdetir dijwar kiriye.

Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û girîngiya yekîtiya gelê Kurd de ji Rojnews re axivîn.

Çavdêrên siyasî Ebdulrehman Elî da zanîn ku xaka Kurdistanê di Peymana Lozanê de bi ser çar dewletan hate parçekirin û wiha got:

“Sedema parçekirinê nebûna yekîtiya gelê Kurd bû.

Dewleta Tirk niha jî dixwaze hêzên xwe li cihên ku Osmanî berê têde bûn, bicih bike.

Divê taybet aliyên siyasî bibin yek û ji bo berjewendiyên netewî yên Gelê Kurd nakokiyên xwe bidin aliyekê.”

Çavdêrê din yê siyasî Dilawer Eladîn jî li ser heman mijarê nirxandinên xwe kir û got:

“Piştî 100 salan ti girîngiyek ya vê peymanê nemaye.

Divê Hikumeta Iraq û Herêmê bi hevre ji bo parastina serwerî û sînoran kar bikin.

Rê li daxwazên dewleta Tirk bînin.”

Balafirên şer yên Tirkiyê nêzî gundek Amêdiyê bombebaran kir

Back to top button