Jinên herêmê hedefgirtina pêşengên şoreşa jin yên mîna Heval Rîhan Şiweş û Yisra Derwîş şermezar kirin û diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriya tirkiyê wê armancên şoreşê biparêzin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên bi balafirên bêmirov li dijî herêmên zêde kirin. Herî dawî jî Hevseroka Kantona Qamişlo Yisra Derwîş,Cîgera wê Rîhan Şiwêş kirin hedef .
Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Rîma Mehmûd da zanîn ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe hawildana têkbirina vîna gelê herêmê dike
Rîma bal kişand ser hedefgirtina jinan û got:
“Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojava ku bi Şoreşa Jinan tê naskirin, êrişên xwe li dijî jinên pêşeng û xwedî rol dewam dike.”
Rîma diyar kir ku armanca ji êrişên li ser herêmê têkbirina projeya neteweya demokrat lê wê miradê dewleta tirk nebe , wê jin armancên şoreşa xwe biparêzin .
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beha Binyamîn a ji pêkhateya Suryan da zanîn ku wê jinên herêmê berxwedanê li hemberî dewleta faşist xurt bikin ji ber ku ev êrîş vîna jinan lawaz nake.