Di 25’ê Tebaxê de, li Kampa Holê li dijî Şaneyên Daiş’ê, qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” hat ragihandin. Îro di roja 3’ê de pêngav dewam dike û encamên wê hatin eşkere kirin.. Heta niha, 33 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin, gelek tunel hatine dîtin û 33 konên şaneyên ku wekî cihê perwerdê dihatin bikaranîn hatin rakirin.
Pêngav bi pêşengiya Hêzên Asayişê û bi piştgiriya QSD’ê hatiye destpêkirin û îro di roja 3. de dewam kir..
Îro, encama pêngavê ya 3 rojan hat ragihandin.
33 Çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û 5 tunel hatin dîtin
Hêzên operasyonê, di çarçoveya lêgerîn û şopandinê de li beşa yekemîn a kampa Holê, 33 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtin.
Di dewamkirina lêgerîna li beşa yekemîn a kampa Holê de, 5 tunelên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin..
Hêzên operasyonê 33 kon rakirin ku li vir çeteyên DAIŞ`ê ew ji bo belavkirina fikrên tundrew û cezakirina dijberên xwe û yên hevkariyê bi wan re nakin, dihatin birîn.
Dibistaneke ku lê mêjiyê zarokan bi fikra DAIŞ’ê dihat şûştin hat dîtin
Li aliyê din, Îro, dibistaneke ku çeteyên DAIŞ`ê tê de mêjiyên zarokan dişûştin, hat dîtin.
Dibistan ji sê xaniyan pêk tê ku bi konan hatiye veşartin û şaneyên veşartî bi taybet zivistanê li vê derê perwerde didan û fikrê tundrew belav dikirin.
Di dema rûxandina vê devera ku wekî dibistan dihat bi karanîn ji aliyê Hêzên Asayişê yên operasyonê ve, zarokên DAIŞ’ê êrişî kirin û nîşaneyên DAIŞ’ê bilind dikirin..
Şaneyên DAIŞ’ê konên koçberan dişewitînin
Her wiha piştî bidawîkirina beşek ji xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a kampê de, şaneyên DAIŞ`ê agir berda du konên koçberan.
Tîmên agirkujiyê yên Hêzên Asayişê destwerdan kirin û agir vemirandin.
“Saet 3:00`ê piştî nîvê şevê, kesek derbasî kon bû û agir pêxist. Keça min Zeyneb a 5 salî birîndar bû.
Ew rakirin nexweşxaneyên Hesekê. Agir gihaşt konê cîrana me jî.”
Koçbera bi navê C.Z jî ku konê wê şewitî jî dibêje:
“Agir bi konê cîrana min ket. Piştre agir gihaşt konê me. Nizanim çawa kon şewitî. Tenê me zarok xilas kirin û wekî din me tiştek dernexist. Dema bûyer çêbû em di xew de bûn.”