Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştevaniya QSD’ê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, di roja 2’an de dewam dike. Îro di encama lêgerîna li beşê yekem ya kampê de, Hêzên Asayîşê 4 tunelên şaneyên DAIŞ’ê ku ji bo xweveşartinê bi kar dianîn dîtin. Her wiha 27 çeteyên DAIŞ’ê jî hatn girtn.
Hêzên Asayîşê xebatên lêgerîn û kontrolkirinê yên li nava Kampê dewam dikin.
Hêzên Asayîşê dema lêgerîna li beşa yekem a kampê de 4 tunelên şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ku ji bo xweveşartinê çêkiribûn, dîtin.
Şaneyên veşartî piştî ku bûyerên kuştinê pêk dianîn, xwe di van tunelan de vedişartin.
Hêzên Asayîşê ew tunel xetimandin.
Li gorî hêzên Asayîşê hîn gelek xendek di nava kampê de hene û ew hewl didin wan xendekan bê bandor bikin û çek-amûrên ku di bûyerên kuştinê de hatine bikaranîn, bibînin.
Hêzên Asayîşê 27 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê girtin
Her wiha di dema lêgerîna li beşa yekem de, hêzên Ewlekariya Hundirîn 27 çeteyên DAIŞ´ê yên xwe li nava koçberên li beşa yekemîn a penaberên Îraqî de veşartibûn, girtin.



