”Bi hev re demokrasiya jinan li Sûriyê pêk bînin”

Duh Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê komxebatek li darxist. Di encamnameyê de hate gotin ku divê herêmên dagirkirî were rizgarkirin û ji bo rûniştandina demokrasiyê li herêmên Sûriyê bi giştî, divê têkoşîn û berxwedana civakî ya jinan were mezinkirin.

Bi dirûşmeya “Bi hev re demokratiya jinan di hundirê Sûriyê de bisepînin” Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê komxebatek li dar xist.

Bi dehan jin ji bajarên Sûriyê, endamên Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, şandeyeke ji MSD’ê, nûnerên YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Star û gelek kes beşdar bûn.

Di destpêka komxebatê de, Seroka Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Sena El Xidir axivî û bernameya komxebatê diyar kir.

Piştra Nûnera Meclisa Idlibê ya Kesk Meysûn El Fadil axivî û got:

Dema Baas gihaşt desthilatdariyê, pê re pergala siyasî ya welêt, kontrol kir ku hebûna partiyên din qebûl nake.

Di komxebatê de sînevizyonek têkildarî rewşa jinan li Idlibê, li gel hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hate pêşandan.

Nûnera Weqfeya Jinan a Idlibê ya Kesk, Sefa El Taha şoreşa jinan li Idlibê şîrove kir û got:

Jin li Idlibê ji ber komên opozîsyonê, zehmetiyan dikişînin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Sema Şaranî jî diyar kir ku têkiliyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên li hundirê Sûriyê re, gaveke gelek girîng e ku hêviyê di rêya wan de ronî dike.

Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqa Îman Mihemed destnîşan kir ku hebûna YPJ`ê di vê komxebatê de, li ser hêza jinan, berxwedan û têkoşîna wan, pêxistina giyanê şoreşê li cem hemû jinan îsbat e.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû ji wan:

  • Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.
  • Divê dewleta Tirk ji ber sûcên hovane, were sûcdarkirin û li gel dadgehên navneteweyî were darizandin.
  • Divê jinên Sûriyê tev li xebatên siyasî û çêkirina biryaran bin.
  • Ji bo rûniştandina demokratiyê li herêmên Sûriyê bi giştî, divê têkoşîn û berxwedana civakî ya jinan were mezinkirin.
  • Têkilî bi hemû jinan re çi li derve yan jî hundirê Sûriyê werin avakirin.
Back to top button