Li sê girtîgehên Ekvatorê di şerê rûdayî de 75 kes mirin

Li Ekvatorê krîzeke giran a girtîgehê rû da.
Li sê girtîgehên ku tijî ne, şer qewimî û herî kêm 75 girtî mirine.

Li gorî rayedaran, şerê li girtîgehê di navbera komên çete de qewimî.

Bi taybetî jî çeteyên narkotîkê bi hev ketin.

Servîsa girtîgehê SNAÎ, li ser twîttê daxuyanî da û got,

li bajarê Guayaquîlê 34, li girtîgeha Cuenca 33 û li girtîgeha li Latacunga jî 8 girtî mirine.

Agahdarî nehate kirin bê ka ji hêzên ewlehiyê kes miriye yan na, bêyî ku hijmar were dayin hate gotin hin polîs birîndar bûne.

Hate diyarkirin şeva duşemê polîs û gerdiyanan rewş kontrol kirine, artêş jî li dora girtîgehê hatiye bicihkirin.

Li gorî îdareya girtîgehê rûdanên tundiyê yên li girtîgehan şerê desthilatê yê di navbeyna wan çeteyan de ye ku bi trafîka tiryakê têne fînansekirin û operasyonê ji vir rê ve dibin.

Li ekvatorê bi qasî 60 gritîgehan hene.

Li van girtîgehan 38 hezar girtî û 1500 gerdiyan hene.

Back to top button