Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta a dagirker bi balafirên şer gelek deverên başûr bombebaran kirin.
Îro danê sibê careke din balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker du caran gundê Bazê a herêma Kanî Masî ya bi ser Amediyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan bombebaran derdora saet 9:00’an de pêk hat.
Her wiha balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Zergelê, Endzê û Bêreş li gel çiyayê Derebî û Bêrmke yên Qendîlê jî bombebaran kirin.
Di bombebaranê de dîsa cih û warên sivîlan hatin hedefgirtin û gelek ziyanên mezin li bax û baxçên gundiyan bûn.
Hat ragihandin ji ber bombebaranê zarok nekarîn biçin dibistanê.