Li rojhilatê Reqayê ji ber teqîna mayînekê sivîlek jiyana xwe ji dest da û yek jî birînar bû

Li gundê EL-Xemîsiye yê rojhilatê Reqayê  mayînek ji bermahiyên şer teqiya. Di encamê de, sivîlekî jiyana xwe ji dast da û yek jî birîndar bû.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji destpêka 2019’an û heta niha jimara kesên ku bi sedema bermahiyên şer li Himis, Hema, Dêra Zorê û Başûrê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 530 kesî.

Her wiha vê sibehê li çolistana Himsê ya Sûriyê 3 nuqteyên leşkerî yên Îranê ji aliyekî nenas ve hatin topbaran kirin.

Li gorî hate ragihandin ku nexweşxaniya Tudmir ya leşkerî 8 termên endamê ”Lîwai Fatimiyon” pêşwazîkirin

Back to top button