“Pêngava derxistina PKK ji lîsteya terorê” standa komkirina îmzeyan li Minbicê bi dawî bû

Ji bo derxistina navê PKK’ê ji “Lîsteya terorê” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê standa komkirina îmzeyan li Minbicê danîbû. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê standa komkirina îmzeyan ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bi dawî kir.

Li dawiya çalakiyê hevserokê Tevgera ciwanan a Minbicê Ehmed El-Cimêlî bi beşdariya endaman û Jinên Ciwan ên Minbicê li pêş konê çalakiyê ya li qada giştî daxuyaniyek da.

Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku di dirêjahiya danîna standê, bi sedan îmze hatin komkirin û wiha dewam dike:

Ev tê wateya ku şêniyên Minbicê baş dizanin ku PKK’ê ne partiyeke terorîst e ku dewleta Tirk a faşîst îdiaya wê dike.

Dewleta Tirk, PKK’ê bi terorîstê bi nav dike, da ku kuştina kurdan û pêkhateyên li hundirê Tirkiyê rewa bike.

Ji ber ew kurd li hember tundiya ku dewleta Tirk pêk tîne serî hildidin.

Wê çalakiyên me berdewam bikin heta ku armanca xwe ya derxistina navê PKK’ê ji “Lîsteya terorê” pêk were.”

Back to top button