Li Iraq û Başûrê Kurdistanê rewşa jinan

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê rewşa jinan xerab e.
Li wir rê nayê dayîn ku jin di proseyên yasayî û rêveberiyên hikûmetê de rolekî bandorker bilîzin.
Li gor amaran di sala 2022’yan de nêzî 5 hezar bûyerên tundiya li ser jinan hatine tomarkirin.

Başûrê Kurdistan û Iraq salek tije ji bûyer û guhertinan derbaskir.

Kuştin, tundî, binpêkirina maf û ji bêbiryar hiştin.

Polîtîka û siyaseta hukumeta başûrê Kurdistanê dide meşandin van rastiyan ra dixine ber çavan.

LI dijî van êrişan tevan jî jin li dijî sistema mêr-dewletê ya noker di nava têkoşinê dene.

Çalakî…..Serî rakirin….berxwedan…. û bangên ji bo yekitiye kirin bingehê serkeftina xwe.

Roj bi roj bandora van qeyranan li ser jin û civakê giştî kurtir dibe.

Jin ne tenê ji bo mafê xwe, ji bo azadiya civakê, gendeliya heyî ji holê bê rakirin jî di nava xwepêşandan de ne.

Çalakiyên jinan li dijî qeyrana aborî, siyasî, dadwerî û hevkariya dagirkirina xaka Kurdistanê di refên herî pêşde bûn.

Li gorî bilançoya rêxistinên mafên jinan di sala 2022’an de eşkere kirî.

Li Iraqê rêjeya bêkariya jinan ji sedan 30 zêde bû.

Li gor amarên nîv fermî di sala 2022’yan de nêzî 5 hezar bûyerên tundiya li ser jinan hatine tomarkirin.

Ji sedî 77 jinên Iraqê rastî destavêtin û destdirêjiyê tên û rastî tundiyê tên.

Li Iraqê mafê jinan nayê dayîn û rê nayê dayîn ku di proseyên yasayî û rêveberiyên hikûmetê de rolekî bandorker bilîzin.

Zagon û qanûn ji bo parastina mafên jinan tenê li ser kaxezê tên hiştin.

Jinên Başûrê Kurdistanê gelek aliyan de bi destxistin, lê astengiyên heyî dewam dikin.

Banga bihêzkirin û piştgiriyê ji bo pêşxistina civakê dikin.

Serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, jinên Başûrê Kurdistanê asta têkoşîna xwe bilindtir kirin.

Dirûşmeya jin jiyan azadî ji bo xwe kirine himê hilweşandina sistema baviksalar.

Back to top button