Salvegera 21. a şehadeta Hozan Serhed

21′ sal di ser şahedata gerîlayê hunermed Hozan Serhed re derbas dibe. Hozan Serhed li dijî tunekirina çanda kurd bi stran û awazên xwe têdikoşiya.

Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha 1999’an ji bo tomarkirina klîbekê li gel çend hevalên xwe diçe Botanê û di kemînek a artêşa Tirk de şehîd dibe. Lê hîna jî deng û sitranên Hozan Serhed di nava dilê gelê Kurd de dijî.

Îro salvegera 21. a şahedata gerîlayê hunermed Hozan Serhed e.

Silêman Alpdogan bi nasnav Hozan Serhad 24’ê Tîrmeha 1970’î li navçeya Zêtka a Agiriyê ji dayik bû.

1988’an di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn.

Li zangîngehê dest bi lêkolînan dike û bi girîngî qala muzik û stranên Kurdî dike.

Hozan Serhed di sala 1991’ê de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û di Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî nava refên PKK’ê dibin.

Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha Emasya û 12 sal ceza lê tê birîn..

Piştî vê bûyerê Serhed berê xwe dide Şamê û piştre ji bo karê hunerê ber bi Ewropayê ve diçe.

Hozan Serhed sala 1996’an ji Ewropa vedigere Kurdistanê û li Navenda Reşwenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne, piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike.

Piştî ku 17’ê Gulana 1997’an hêzên PDK’ê êrîşî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan, welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhed strana bi navê Hewlêr tomar kir:

Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha 1999’an de ji bo tomarkirina klîbekê li gel çend hevalên xwe diçe Botanê û li herêma Bêşebabê di kemînek a artêşa Tirk de şehîd dibe.

Tevî 21 sal di ser şahadeta Hunermend Serhed re derbas dibe, lê hê jî di nava dilê gel kurd de dijî

Piştî şehadeta Hozan Serhed, li Kurdistanê û derveyî welêt, bi dehan kom bi navê Hozan Serhed hatin avakirin.

Her wiha bi sedan ciwanên ku beşdarî nava refên gerîla jî bûn navê Serhed li xwe kirin .

Back to top button