Li navçeya Mabeta ji ber êrîşa çeteyan sivîlek jiyan xwe ji dest da

Ji ber êrîşa çeteyan li navçeya Mabata sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
her weha çetaeyan girtiyên nexweş yên di girtîgeha Raî de jî vediguhêzin girtîgeha Maratê ya Efrînê.

Her rojê bi şêweyekî cuda dewleta Tirk hovîtîya xwe li Efrînê pêk tîne û vê dawîyê çete lîstogeha li navenda bajêr wêran dikin.

Rêxstina Mafê Mirova a Efrînê ragihand ku ji ber êrîşa çeteyan, şêniyê bi navê Ismaîl Elo Ismaîl yê ji gundê Xaziyana yê Mabeta jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan ji bo dizîna berhema simaqê êrîşî Ismaîl kir û ji nav zeviyê wî qewitandin.

Rêxistinê da zanîn, ji ber ev kiryar tehemul nekir, Ismaîl jiyan xwe ji dest da.

Çeteyan girtiyên nexweş di gitîgeha Raî de vediguhêze Efrînê

Malpera Afrinpost jî ragihand ku di girtîgeha Raî de zedetirî hezar revandiyên kurd di nav de jin, girtî ne

Her weha girtiyên ku nexweşiya bêhntengiyê bi wan re hene, vediguhêze girtîgeha Maratê ya li Efrînê.

Li gorî malperê, çeteyan 6 kes, ji wan Cemal Xelîl Sîdo û Mihemed Henan yên beriya du salan hatibûn revandin, veguhêstin girtîgeha Maratê.

Malperê daznîn jî, di girtîgeh Raî de çeteyan hemû rêbazên êşkenceyan li dijî girtiyên Kurd bikar tînin.

Back to top button