Di dema serweriya AKP’ê de tundiya li dijî jinê zêde bûye

Her ku diçe li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê tundiya li dijî jinê zêde dibe.

Di dema serweriya AKP’ê de tundiya li dijî jinê û istismara zarokan zêdetir bûye, lê heya niha tu tedbîrên cidî ji bo rawastandina vê tundiyê nehatiye kirin.

Li beramberî vê yekê jî jin li qadane û bi têkoşîna xwe hewl dide vê tundiyê bisekinîne.

 

Serhildana jinan li hember faşîzma dewleta Tirk mezin dibe.

Nexasim piştî bûyera kuştina Bînar Gûltkîn ku ji aliyê hevalê xwe Cemal Metî Avcê ve bi rengekî hovane hatiye kuştin.

Despêkê hevalê Bînar ew xenqandin û piştra xwest ku ew di bermîlekê de bişewitîne.

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, di heman demê de li seranserî cîhanê jin dadikevin qadan û çalekiyên şermezarkirina tundiya li dijî jinê lidardixin.

Bînar ne jina yekemîn ku li Tirkiyê rastî tundî û kuştinê tê, gelek jin rojane rû bi rûyê tundiyê tên, dewleta Tirk jî sûcdar bê ceza dihêle.

Li Tirkiyê di dema serweriya AKP`ê de tundiya li dijî jinan zêde bû.

2002`an li Tirkiyê 66 jin hatine kuştin, lê di dema serweriya AKP`ê de jimar zêdetir bû.

2019`an herî kêm 474 jin hatine kuştin.

Di 3 mehên despêkê yên sala 2020an de, 66 jin hatin kuştin, destdirêjî li 31 jinan hatiye kirin û 77 zarok istismar li wan hatiye kirin.

‘Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn’ ragihand ku, Di meha Çile de 21 jin, Sibatê 20 jin, Adarê 25, Nîsanê 17 û di Gulanê de jî 19 jin hatine kuştin.

Yanê tenê di 5 mehên derbasbûyî de 102 jin bûne qurbanê tundiyê.

Weke yek ji encamên civakî û derûnî ya vîrûsa Corona li Tirkiyê rêjeya tundiya li dijî jinan zêde bûye.

Tundiya li dijî jinê di dema Corona ji sedî 28 zêdebûye.

Konseya Ewropî hişyarî da rayedarên Tirkiyê, û bang li wan kir ku di zotirîn dem de tedbîrên li dijî tundiyê bigire.

Lê dewleta Tirk van hişyariyan binpê dike û dixwaze ku jin bê maf bihêle, bi her awayî êrîş dike.

Bi taybet di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe li ser jinan zêde kiriye û di çarçoveya oprasyona qirkirinên siyasî de jinan binçav dike û digre.

Herî dawî li Amedê 22 jinên siyasetmedar hatin girtin.

Ev bû demeke ku Peymana Stenbolê bi nîqaşên weke ‘vekişandin’ an jî ‘rakirin’ di rojevê de ye

Peyman mafê jinan diparêze, heke peymana Stanbolê bê rakirin, dê tundî zêde bibe.

Bertek û nerazîbûnên li hemberî tundiya li dijî jinan jî zêde dibin.

Back to top button