HRW: Divê Tirkiye ziyanbînên herêma Kunemasî û Şêladizê qerebû bike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan HRW êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê weke binpêkirineke derqanûnî nîşan da û jê xwest ku ziyanbînên Kunemasî û Şêladizê qerebû bike.

Lêkolînera HRW Belqîs Walî da xuyakirin dewleta Tirk di êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Kunemasî û Şêladizê de, jiyana sivîlan berçav negirtiye, ji ber vê yekê divê Enqere qerebûyan bide malbatên qurban û kesên ku ziyan dîtine.

19 Îlona 2018’an jî, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW di raporeke xwe de bal kişandibû li ser binpêkirin û êrîşên Tirkiyê yên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û ragihandibû ku Enqere qanûnên şer binpê kirine.

Back to top button