Şaredariya gel a Til Hemîs pirsgirêka avê çareser dike

Şaredariya Gel a Til Hemîsê pirsgirêka avê ya li navenda navçeyê bi rêjeya ji sedî 95 çareser kir.

Hevserokê Şaredariyê Ebdulrehman Hadî diyar kir ku Komîteya Şaredarî û Parastina Jîngehê ya kantona Qamişlo bi awayekî lezgîn du jenetorên kehrebeyê yên 700 volt ku dikare 4 bîrên avê pêxe, ji Stasyona Sekar û Rêveberiya Avê re peyda kir.

Ebdulrehman Hadî eşkere kir ku xezaneya sereke ya El-Wehda aktîv bû û wê xezaneke din li taxa komîna Şehîd Nisrîn jî were danîn.

Hadî anî ziman jî ku stasyona Belqîs a ku avê dide 73 gundên bajaroka Ebû Cirin, di demên nêz de wê were aktîvkirin û du jenetor ji navçeya Til Hemîsê re ya xwedî 12 bîrên avê re, wê were peydakirin”.

Her wiha Şeradariyê teqez kir ku pirsgirêkên stasyonên din jî wê bên çareserkirin.

Back to top button