
Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî, ragihand ku moşekek koma Ensarullah a Hûsiyan ku ber bi Erebistana Siûdî ve avêtiye, bê bandor kiriye.
Koalîsyonê da zanîn ku pergala parastinê ya Erebistana Siûdî moşekek ku koma Ensarullah a Hûsiayn ber bi Riyadê ve avêt, bêbandûr kirine.
Her wiha Koalîsyonê roja înê ragihand ku keştiyeke bombebarkirî li başûrê Deryayê Sor hatiye teqandin.
Beriya hefteyekê jî Koalîsyona Erebî ragihandibû ku 3 dronên bombebarkirî ku ji hêla Hûsiyan ve ber bi Erebistana Siûdî ve hatibûn şandin, xistine.
Koalîsyonê îdia kir ku bajarê Hudeyda veguheriye navenda dronên bombebarkirî û êrişên dijber.