NY: Peymana qedexekirina çekên Nûkleerî ketiye meryetê

Ji ber ziyana em didin, sîstema cîhanê tê guhertin. Şawaq, talankirina xwazayê, gazên kîmawî bûye sedem ku êdî ne zivistan di wextê xwe tê û ne jî havîn.

Ji van zêdetir bi çekên ku me mirovan çêkirî cîhan di xeteriyê de ye. Çekên nûkleerî yên di destê hinek welatan de, bûye cihê gefxwarin û çavtirsandina hev.

Herî dawî li ser vê yekê gavek baş hate avêtin. NY ragihad ku Peymana Qedexekirina Çekên Nûkleerî (TPNW) ketiye meryetê.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric doh têkildarî peymana navnetewî ya qedexekirina çekên nûkleerî di daxuyaniya çapemeniya rojane de agahî da.

Stephane Dujarric got:

Ji îro û pêde, yekemîn peymana navnetewî ya qedexekirina çekên nûkleerî ketiye meryetê.

Dujarric diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji ketina peymanê ya meryetê re keyfxweşiya xwe aniye ziman.

Ji bo peyman bikeve meryetê pêwistî bi erêkirina 50 welatî heye.

Honduras 24’ê Çileya 2020’an peyman erêkiribû û bû welatê 50’emîn.

Peymana Qedexekirina Çekên Nûkleerî, piştî erêkirina 50’î welatî bi 90 rojan wê bikeve meryetê.

Bivî awayî ev peyman wê bibe peyman yekemîn ya qedexekirina çekên nûkleerî di asta navnatewî de.

Tevî dijî derketina DYA, Rûsya û Çîn yên xwedî çekên nûkleerî, ji bo tinekirina çekên nûkleerî li tevahiya cihanê û qedexekirina çekên nû, Peymana Qedexekirina Çekên Nûkleerî 07’ê Tîrmeha 2017’an ji 193 welatên di Komîta Giştî ya NY de bi erêkirina 122 welatan hatibû pejirandin.

Ji peymana ku 20’ê Îlona 2017 îmzekirina wê despêkirî û heta niha tenê 84 welatan îmze kiriye.

Ji van welatan, 50’yan soza di ti şert û mercekê de wê nekevin nava hewildana çêkirina çekên nûkleerî û ji bo wê jî ti ceribandinan nekin.

Heta niha welatên xwedî çekên nûklerî DYA, Rûsya, Îngîlîstan, Çîn, Fransa, Hindistan, Pakistan, Koreya Bakurî û Îsraîlê peyman îmze nekirine.

Back to top button