Li dehan bajarên Rûsya di nava xwepêşandêr û polîsan de pevçûn rûdan

Li Rûsya ji bo serbest berdana serokê mixalîfan Alaksey Navalny xwepêşandanan despê kir. Li seranserî welat li dehan bajarî bi hezaran kes li kolanan bûn.

Di navbera polîs û xwepêşandanan de pevçûnên dijwar rûdan. Heta niha nêzî sedan xwepêşandêr hatine binçavkirin. Li welat tevdîreke û tundiyeke zêde ya li dijî xwepêşandêran tê dîtin.

Mixalîfên Rûsya îro ji bo serokê xwe Alaksey Navalny daketin qadan.

Li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin.

Beriya xwepêşandanan ji aliyê deshilata Rûsya ve hêzek zêde ya ewlekariyê hatibû erkdarkirin.

Tevî gefên Serokê şaredariya Moskowayê li paytextê xwepêşandan hat lidarxistin.

Xwepêşandanên despêkî di nava aramiyê de despê kirî piştre veguherî pevçûnan.

Di xwepêşandanên li Vladivostok û Habarovsk de pevçûn derket.

Herçiqasî tevdîrên ewlekariyê yên tund hatin girtin jî lê li dehan bajar xwepêşandan pêk hatin.

Di van xwepêşandanan de bidehan kes hatin binçavkirin.

Li gorî hatî plankirin li seranserê welat wê li zêdeyî 60 bajaran xwepêşandan pêk werin.

Beriya xwepêşandanan jî li paytext û gelek herêmên din alîgirên Navalny hatibûn binçavkirin.

Ne tenê li Rûsya, li derveyî welat jî xwepêşandan hebûn.

Li bajarê Munîh yê Almanya jî komekê ji bo piştevaniya Navalny çalakiyek pêk anîn.

Lîderê Mixalîfan Alaksey Navalny weke rikberê herî bihêz yê Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn tê naskirin.

Navalny bi rexenkirinên tund yên li dijî Pûtîn tê naskirin.

17 Çile dema ji Almanya vedigeriya welat, ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre jî cezayê 30 rojan lê hatibû birîn.

Back to top button