Platforma Zimanê Kurdî ji bo cejina ziman daxuyaniyek da

Platforma Zimanê Kurdî xwest zimanê Kurdî ji warê reweşnebîrî bigire heta jiyanî di her qadê de bê bikaranîn.

Platforma Zimanê Kurdî bi boneya 15’ê Gulanê cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da.

Platformê diyar kir ku divê zimanê dayikê ji aliyê herkesî ve were parastin û bikaranîn.

Her wiha daxwaz ji her kesê Kurd kir ku li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve.

Platformê, destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî bi awayekî eşkere di qanûnên perwerdeyê de were naskirin û pejirandin.

Platformê da zanîn ku wan ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin.

Back to top button