PKK’ê Danezana Sala 50’î weşand Komîteya Navendî ya PKK’ê Danezana Sala 50’î weşand. Di danezanê de bang PKK bang kir ku sala 50’î ya Partî û Rêbertî veguherînin sala herî mezin a têkoşîn û serketinê.
Komîteya Navendî ya PKK’ê di dewama danezanê de, anî ziman her çiqas di pêvajoya derbasbûyî de hin zehmetî çêbûbin û berdêlên giran hatibin dayîn jî destkeftiyên girîng jî hatin bidestxistin.
PKK erkên sala 50’î wiha eşkere kirin:
– Pêwîst e di sala pêncî ya Rêbertî û PKK’ê de, rastiya Rêbertî rastir û kûrtir fêm bikin, bibandortir û serkeftîtir pêk bînin.
– Em ê faşîzma AKP-MHP’ê birûxînin, pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
– Têkoşîna me ya bingehîn şerê gelê şoreşgerî ye. Divê li her cihê xebat û têkoşîna me li gorî vê bibe û li ser esasê serkeftina stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêşbikeve.
– Hêzên gerîla yên qehreman, wê hemû afrînerî û ziraviyên şêwaza gerîla nîşan bide û bi vî awayî ji pêngava sala pêncî re pêşengtiyê bikin.
– Gelê me yê welatparêz wê li çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat perwerde û rêxistinbûna xwe pêş bixe û li ser vê esasê her tim di nava çalakiyan de be.
– Xebatên me yên huner û wêjeyê wê di sala pêncî de pratîkeke girîng derxîne holê û xebatên me yên teorîk û perwerdeyê, asta tevgera me, di asta sala pênciyemîn de nîşan bide.
– Yek ji xebata herî girîng a sala pêncî têkiliyên derve û tifaqê ne.
Dawiya danezanê de PKK’ê ev bang kir:
Em bang dikin ku rastiya Rêbertî û partiyê ku gihiştiye sala xwe ya pêncî rast fêm bikin û pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bigihînin zaferê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo radibe!
Bang li hemû dostên yên giranbûha; hêzên şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê û hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna şoreşa yekbûyî bihêztir bikin.
Bang li hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan dikin ku têkoşîna azadî, demokrasî, xwişk û biratiyê bi hev re bimeşînin.
PKK’ê di dawiyê de tekez kir ew ê sala 50’î ya Rêbertî û Partiyê bikin sala zafer û têkoşîna herî mezin a dîrokê!



