Hisên Welo: PKK ji tevahî gelên bindest re hêviya çareseriyê ye

Ji her deverê ji bo derxistina PKK ji lîsteya terorê, bang tên kirin.
Hevserokê TEV-DEM a Efrînê Hisên Welo diyar kir heta PKK di ‘lîsteya terorê’ de cih bigire, wê hemû krîz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn ber bi çareseriyê ve neçin. Endamên Çand û Hunerê yên Kobanê jî dibêjin: “Ji bo herêmê kontrol bikin û çanda gelan ji holê rakin, PKK xistin “lîsteya terorê”. 

Bangên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK roj bi roj bi zêde dibin.

Hevserokê TEV-DEM’ê ya Efrînê Hisên Welo der barê mijarê de ji ajansa Firatê re axivî.

Hisên Welo dibêje:

“Projeya Netewa Demokratîk a ku îro herêmê bi rêve dibe, ezmûna herî mezin e ku wê yekê îsbat dike ku PKK ji bo hemû gelan, derketiye holê.”

Hisên Welo tekez kir biderxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ re wê doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çareser bibe.

‘Ji bo tunekirina çanda gelan PKK xistin lîsteya terorê’

Bi heman armancê Endamên rêveber ên saziyên çandê yên herêma Firatê jî ji ajansa Hawarê re axivîn.

Ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kobanê Omer Hesen dibêje:

“Ji bo tunekirina çanda me PKK`ê xistin “lîsteya terorê” .

Ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê Gulçîn Hiso Elî jî da zanîn PKK’ê ji bo parastina kurdan û doza wan hatiye damezrandin.

Back to top button