Li herêma Metînayê, piştî ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundê Kêste, şerekî giran rû da.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê rewşa dawî ya li herêmê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku li derdora gundê Kestê yê herêma Metîna, di navbera artêşa dagirker û a dewleta Tirk û gerîlayên azadiyê de şerekî giran diqewime.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker, li herêma Metîna hewl dan ku ber bi gundê Asûrî û Kêste ve pêş ve biçe.
Li ser vê yekê gerîlayên azadiya Kurdistanê bersiv dan û şer derket.