DI ÊRÎŞÊN ARRÊŞA TIRK SIVÎLEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA Û YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser başurê Kurdistan didomin . Doh balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Goşîne ya Biradostê wesayîtek a sivîlan kir hedef.
Di encama êrîşê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da yê din jî birîndar bû.

Navê şêniyê ku jiyana xwe ji dest daye Mensur Nafih Ebdullah, yê birîndarbûyî jî Peşêw Nafih Ebdullah e.

Ev kes xelkê devera Balekayetî ne.

Piştî êrîşê şeniyên deverê, birîndar, rakirin nexweşxaneya Sîdekan.

Ev du bira ji bo geştê çûbûn çiyayê Helgurd.

Rêya ku wesayît li ser hatî hedef girtin, rêya şêniyane ku ji bo çûn û hatinê bikar tînin.

Her roj cih û warên şêniyan tên bombekirin.

Rêxistina Cemawirî ya Hizba Komunîst a Kurdistanê (Hizba Şiuyî Kurdistan) ya herêma Soranê êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyeke şeremezar kir

Tevî hedefkirina şênî û kuştina wan jî, ne hikumeta başûrê kurdistanê ne jî Iraq heta niha helwestek nîşan nedane.

Leave a Reply

Back to top button