Mîthat Sancar: Divê teqez tecrîd bidawî bibe

Di Newroza Amedê de siyasetmedarên Kurd Ehmed Turk, Berdan Ozturk û Serokê YNK’ê bi nirxandinên cûda banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û yekîtiya netewî kirin.

Di newroz a Amedê de gelek siyasetmedarên Kurd amade bûn û li dijî tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd peyamê girîng dan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar newroza hemû pêkhateyên heremê pîroz kir û balkişand li sertecrîda li dijî Rêber Apo û got:

“Polîtîkayên şer û tecrîd di nava hev de pêş dikevin. Di sala 2015’an de bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, îktîdarê şer xist navenda vî welatî û tecrîda li Îmraliyê xist meriyetê.

Divê em vê baş bibînin. Polîtîkayên şer û tecrîd tên heman wateyê.

Lewma em dibêjin; divê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tecrîd bi dawî bibe.

Divê tecrîda li Îmraliyê teqez bê rakirin. Em tevek ji bo aştî û çareseriya demokratîk îradeya xwe nîşan didin. ”

Ahmet Tûrk: Ev newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di Newroza Amedê de axivî û got:

“Ez bang li gelê kurd dikim. Em li dijî faşîzmê têdikoşin.

Heke îro li dijî dijminatiya li ser kurd bêdeng bimînin, ev bêehlaqiyek mezin e.

Ji bo avakirina pergalek nû heyamek nû li pêşiya me ye. Divê li dijî vê îktidara ku aloziyan derdixe, têkoşîne bê berfirehkirin.

Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e.

Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin.

Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin.

Ev heyam heyama azadiyê ye. Wê gelê kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike.”

Berdan Ozturk: Gel dê tecrîdê qebûl neke

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî balkişand li ser tecrîdê û ev tişt anî ziman:

“Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê.

Fikrên wî bûn hêviya azadiyê. Gelê me dê vê tecrîdê êdî qebûl neke.

Ji birêz Ocalan ev bû du sal ku tu agahî nayên girtin. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin.

Yên ku têkoşîna Xeyriyan, Sarayan didomînin dê dev ji têkoşînê bernedin.”

Bafil Talabanî: Em bang Tirkiyê dikin Rêber û siyasetmedarê me berdin

Her wiha Serokê YNK’ê jî peyameke şand newroz Amedê.

Bafil talabanî newroza hemû kurdan pîroz kir û got

“Înşela ev sal bibe ew sal ku hemû kurd bi hev re tevbigerin. Em ê pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û bi yekitî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin.

Em bang li Tirkiyê dikin ku Rêber û Siyasetmedarê me berdin.

Em pirsgirêkêkên xwe yên hizbî bidin aliyekî û yeketîya netewî pêk bînin

Bijî Kurd û Kurdistan Yan Kurdistan Yan Neman”

Back to top button