Fînala Newroza 2023’an yên li Bakurê Kurdistanê

Fînala Newroza îsal, li 8 navend û navçeyan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî hate lidarxistin.
Xelkê, Cizîr, Nisêbîn, Panos û Bazîdê bi sed-hezaran bi ruhê berxwedanê herikîn qadên Newrozê
Ji zarokan bigire heta kal û pîran her kesî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Newroz pêşwazî kirin.

Fînala Newroza îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, li 5 navend û navçeyan ên li Bakurê Kurdistanê hate lidarxistin.

Yek ji navendên ku pîrozbahiya Newrozê ya fînalê lê hate lidarxistin, Cizîra Botan bû.

Gelê Cizîrê îsal jî bi ruhê berxwedanê berê xwe dan qadê û xwedî li çanda xwe ya serhildanê derket.

Ji zarokan bigire heta kal û pîran her kesî cilên netewî li xwe kirin û li dora agirê berxwedanê govend gerandin.

Li Nîsebîna rengîn jî welatiyan bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” agirê Newrozê geş kirin.

Xelkê Nisêbînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Newrozê” Newrozê pêşwazî kir.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê jî agirê Fînalê yê Newrozê ji bi girseyî hate pêxistin.

Welatiyên ku li pêşiya avahiya HDP’a Bazîdê kom bûn, ber bi qada Newrozê ve meşeke bi meşaleyî li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de kesên di têkoşîna azadiyê de û di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Li navçeya Panosê jî, li gel ku hewa di bin pileya sifrê de bû jî gel ber bi qada Newrozê ve meşiyan.

Welatiyên ku qad bi cil û bergên Kurdî xemilandin bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin.

Her wiha li navçe û bajarên Tirkiyê jî Agirê Newrozê ji hêla Kurdistaniyan û dostên xwe ve hate gurkirin.

Li bajarê çanakkale, navçeyên Cihanbeylî a Konyayê û Bandirma ya Balikkesîrê Newroz hate pîroz kirin.

Back to top button