“Dewleta Tirk bi şêwazeke cûda êrişên qirkirina Kurdan didomîne”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Talet Yunis diyar kir dewleta tirk bi hedefgiritna cih û warên sivîlan ve pêvajoyeke nû ya qirkirinê li dijî şêniyên herêmê daye destpêkirinHer wiha Talet Yunis bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta dagirker hevgirtina xwe hînxurtir bikin û li gel hêzên xwe yê parastinê bin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Talet Yunis têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi taybet hedefgirtina saziyeke sivîl a Rêveberiya Xweser di 24`ê Cotmehê de li Qamişlo ku di encamê de du welatî şehîd bûn, ji ajansa Hawarê re axivî.

Talet Yunis diyar kir dagirkeriya Tirk bi van êrîşan siyaseta xwe ya qirkirinê didomîne.

Talet Yunis: Piştî civîna sê alî ya Tehranê êriş li ser heremê zêdetir bûn

Yunis diyarkir ku piştî civîna 19’ê Tîrmehê ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îran de li Tehranê pêk hat ev êriş zêdetir bûn..

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Talet Yunis da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li van êrişan sûd digre.

Talet Yunis: Wê hevgirtina pêkhateyên heremê êrişan vala derxîne

Her wiha Talet Yunis teqezkir ku wê têkoşîna pêkhateyên li herêmê û Rêveberiya xweser li hemberî êrîş û pilanên qirkirinê wê her bidome.

Di dawiyê de Talet Yunis bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta dagirker hevgirtina xwe hîn xurtir bikin û li gel hêzên xwe yê parastinê bin.

Back to top button