Ewrûpa: Azadiya ragihandinê li Tirkiyê pir xerab e

Dewleta Tirk ji bo sûcên li dijî gelê Kurd û civakê pêk tîne veşêre, ya ji destê wê tê dike.
Ji ber vê çendê hewl dide dengê çapemeniya azad û muxalif bibire.
Û herî zêde di hedefa wê de rojnamevanên Kurd heye.
Ewrûpa êrişa li dijî rojnamevanên Kurd weke nîşaneya rewşa herî xerab a binpêkirina azadiya ramanê binav kir.

Ji sala 2016’an ve hema bêjin piraniya dezgehên qaşo ragihandinê li Tirkiyê di bin xizmeta rêjîma Erdogan û Behçelî de ne.

Tenê yê rastiyan wan eşkere dike rojnamevanên Kurd û beşeke kêm a ragihandina muxalif e.

Lewam Erdogan bi her awayî hewl dide wan jî bê deng bike.

Bi vê armancê di nava çend mehan de 2 operasyon li dijî çapemeniya Kurd a azad pêk hatin.

Herî dawî 12 rojnamevan û nûçegihandên Ajansa Mezopotamya û Jin-news hatin binçavkirin.

Ev operasyon piştî erêkirina qanûna sansûr ango bêdengkirina çapemeniya muxalif pêk hat.

Yekîtiya Ewrûpa li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan.

Raportorê Tirkiyê yê Parlementoya Ewrûpayê Nacho Sanchez-Amor (Naço Sançêz Amor) êrişa li dijî rojnamevanên Kurd wiha pênase kir:

Rewşa azadiya raman û çapemeniyê li Tirkiyê ber bi xerabiyê ve diçe. Binçavkirina rojnamevanan mînaka vê rastiyê ye.

Û diyare ku wê ev rewş bi nêzîkbûna hilbijartinan re hê xerabtir bibe

Ev siyaseta Tirkiyê dihêle ku tirs û fikarên Konseya Ewrûpayê zêde bibin.

Li gorî rapora Saziyên Navneteweyê, di mijara binpêkirina azadiya çapemeniyê de, ji nava 180 welatan, Tirkiyê di rêza 149’an de ye.

Back to top button