NY RAPORA SALANE YA DERBARÊ KOÇBERÊN LI CÎHANÊ DE WEŞAND

Nûnertiya Koçberan a Netewên Yekbûyî rapora xwe ya salane ya derbarê koçberên cîhanê de weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara koçberên ku hatine belgekirin zêdetirî 70 milyon koçber e, piraniya wan jî Sûrî ne.

Nûnertiyê da xuyakirin ku hejmara koçberên sala borî duqatî salên berê ye.

Her wiha kesên koç bûne, piraniya wan ji neçarî ye.

Nûnertiya Koçberan a Netewên Yekbûyî diyar kir ku sê-riba van koçberan ji Sûriye, Avganistan, Başûrê Sûdanê, Meyanmar û Somalê ne.

Li gorî rapora Nûnertiyê welatê Sûriye yê herî zêde koçberî lê cêbûye û hejmara wan derdora 6.7 milyon koçber e.

Nûnertiya Koçberan a Netewên Yekbûyî di rapora xwe de destnîşan kir ku hejmara koçberan a sala borî hejimara şêniyên welatê Taylendê derbas kiriye.

Leave a Reply

Back to top button