Iraqê êrîşên li ser Haşdî Şabî şermezar kir

Iraqê êrîşê li ser Heşdî Şabî şermezar kir û di vê êrîşê de koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi ‘êrîşkariyê’ tawanbar kir.
Endamekî rêxistina Heşdî El Şabî ku îdia kiribû ku Amerîka li pişt êrîşê ye jî hejmara kuştiyan piştrast kir.
Rayedarekî ewlehiyê diyar kir ku navenda piştgiriya lojîstîk a Heşdî Şabî bi “dronê” hatiye hedefgirtin û di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Iraqê li dijî Heşdî Şabî êrîşek pêk hat.

Ev êrîş ji hêla berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîî El-Sûdanî weke ‘êrîşeke eşkere’ hat bi navkirin.

Iraqê di vê êrîşê de koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kir û got:

“Ji vê êrîşa neheq ku li dijî hêzên çekdar ên Iraqê pêk hatiye, hêzên hevpeymaniya cîhanî berpirsyar dibînin.”

Rayedarekî ewlehiyê diyar kir ku navenda piştgiriya lojîstîk a Heşdî Şabî bi “dronê” hatiye hedefgirtin û di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Iraqê di êrîşê de Amerîkayê berpirsyar dît

Endamekî rêxistina Heşdî El Şaabî ku îdia kiribû ku Amerîka li pişt êrîşê ye jî hejmara kuştiyan piştrast kir.

Ev êrîş di demekê de pêk hat ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de alozî li herêmê zêde bû

Yek ji komên ser bi Heşdî Şabî ‘Hereket El Nûcebe’ diyar kir ku fermandarê ku di êrîşa Amerîkayê de miriye cîgirê fermandarê operasyonên Bexdayê Muştaq Talib el-Saidî ye.

Ji meha Cotmehê ve 100 êrîş li ser baregehên Amerîkî hatine kirin

Ji aliyê rayedarên Amerîkî ve, ku ji destpêka şerê Xezayê ve bi zêdebûna êrîşan re rû bi rû mane, heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Komên çekdarî yên girêdayî Îranê bertek nîşanî Amerîkayê didin ku li Şerê Xezayê piştgiriyê dide Îsraîlê.

Her wiha komên çekdar destnîşan kirin ku ji meha Cotmeha borî heya niha li Iraq û Sûriyê ji sed zêdetir êrîş birin li ser baregehên Amerîkî.

Weke perçeyeke koalîsyona navneteweyî ku ji bo şerê li DAIŞ’ê, nêzîkî 2 hezar 500 li Iraqê û 900 jî li Sûriyê leşkerên Amerîkî hene.

Back to top button