Husiyan gef li Amerîkayê xwarin

Hûsiyên a li Yemenê ragihand ku ew ê bersiva êrîşa Amerîkayê ya li ser keştiyên wan ên ku di encamê de 10 endamên wan mirin, bidin.
Li aliyê din Serfermandarê Navendî yê Hêzên Deryayî yê Amerîkayê Brad Cooper derbarê êrîşê de agahî da.
Brad Cooper anî ziman keştiya bêmirov a bi teqemenî ya ku ji hêla Hûsiyan ve li Yemenê hatibû avêtin, bêyî destwerdanek bê bandor bû.

Tevgera Ensarullah ya girêdayî Husiyan ku herêmên rojavayê Yemenê kontrol dikin, diyarkirin ku wê bersiva êrîşên Amerîkayê bidin.

Serokê Hûsiyan Abdulmelik El Hûsî derbarê êrîşa ku tê de 10 endamên wan hatin kuştin de got:

“Ev êrîş wê bê bersiv û bê ceza nemîne.”

Amerîkayê derbarê êrîşên Husiyan de daxuyaniyek da

Serfermandarê Navendî yê Hêzên Deryayî yê Amerîkayê Brad Cooper derbarê geşedanên li Behra Sor de agahî da rojnamevanan.

Cooper diyar kir ku keştiyeke bêmirov a “yekalî” ya tijî teqemenî ji Yemenê ber bi xeta keştiya navneteweyî ya li Behra Sor ve hat firandin.

Her wiha keştî bêyî ku li ti wesayîtan bixe, bi qasî 3 kîlometreyan dûrî keştiyên bazirganiyê teqiyaye.

Cooper bal kişand ku keştiya bêmirov a bi teqemenî ya ku ji hêla Hûsiyan ve li Yemenê hatibû avêtin, bêyî destwerdanek bê bandor bû.

Brad Cooper di nirxandinê xwe de anî ziman ku keştî bi armanca zirarê bide keştiyan bi rê ketibû.

Amerîka: Botên Husiyan bêyî destwerdan bê bandor bû

Cooper bibîrxist ku ji 18ê Mijdarê û vir ve 25 êrîşên Hûsiyan li ser rêyên keştiya navneteweyî yên li Behra Sor pêk hatine.

Li aliyê din Serfermandarê Navendî yê Hêzên Deryayî yê Amerîkayê Brad Cooper qala ‘Operasyona Parastina Refahê’ kir û wiha got:

“Operasyona Parastina Refahê li dijî êrîşên Husiyan li Behra Sor hat avakirin.

Bi avakirina vê yekê re nêzî hezar û 500 keştiyên bazirganî bi awayekî ewle li Behra Sor derbas bûne.”

Brad Cooper da zanîn ku haya wan ji metirsiya li herêmê heye û li bendê ne ku Hûsiyan êrîşên xwe bidomînin.

Li ser êrîşên Hûsiyan ji 12 welatan daxuyaniya hevpar hat dayîn

Back to top button