Li ser êrîşên Hûsiyan ji 12 welatan daxuyaniya hevpar hat dayîn

Di nav de Amerîka, Îngîlîstan, Almanya, Kanada, Îtalya û Japonya 12 welatan daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniyê de êrîşên Husiyan li Behra Sor hat şermezarkirin û ji bo êrîşên bê kirin hişyarî dan.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Heger Husiyan gef li jiyana mirovan, herîkîna aboriya kûrewî û bazirganiyê bike wê bersiva êrîşên wan bê dayîn.”

Li Qesra Spî daxuyaniyek hevpar hat dayîn.

Amerîka, Awustralya, Bahreyn, Belçîka, Kanada, Danîmark, Almanya, Îtalya, Japonya, Holanda, Zelandayê Nû û Înglîstan tevlî daxuyaniya hevpar bûn.

Daxuyanî balê dikişîne li ser êrîşên Husiyan ku Behra Sor li dijî keştiyan pêk tînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin êrîşên Hûsiyan bi awayekî cidî bazirganiya behrê yê cîhanê asteng dike û jiyana bi mîlyonan kes neyênî bandor dike.

Hat destnîşankirin ku li hemberî van êrîşan beşek mezin a rayagiştî yê cîhanê bertek nîşan didin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Êrîşên Husiyên ku didomin, der qanûnî ye, nayê pejirandin û bi awayekî cidî aramiyê têk dibe.

Ti rewabûna navneteweyî yê armancgirtina wesayîtên sivîl û keştiyên leşkerî tune ye.”

Banga bi dawî anîna êrîşan hat kirin

Di daxuyaniyê de balkişandin bersivdana hevgirtî û banga serbestberdana keştiyan hat kirin:

“Divê ev êrîşên derqanûnî demildest bi dawî bibe û keştiyên der huquqî hatine bidestxistin serbest werin berdan.

Heger Husiyan gef li jiyana mirovan, herîkîna aboriya kûrewî û bazirganiyê bike wê bersiva êrîşên wan bê dayîn.”

Bûyerên li Behra Sor qewimîn

Piştî kiryarên dawî yên Hûsiyan, gelek şîrketên keştiyan biryar dan ku seferên xwe yên li Behra Sor rawestînin.

Pentagonê di 6’ê Kanûnê de ragihandibû ku li dijî êrîşên hêzên Hûsî yên li Yemenê ew ji bo avakirina “Hêza Peywira Deryayî” ya navneteweyî hevdîtinan dikin.

Her wiha Amerîka ragihand ku di 18’ê Kanunê de bi navê “Operasyona Parastina Refahê” mîsyoneke pir netewî ava kirine.

Amerîka: Hûsiyan 2 moşek ber bi Behra Sor ve avêtin

Back to top button