Amerîka: Hûsiyan 2 moşek ber bi Behra Sor ve avêtin

Piştî binavkirina sê keştiyên yê Husiyan li Behra Sor, weke bersiv Husiyan 2 moşek avêtin keştiyên bazirganiyê.

CENTCOM’ê ragihand ku Hûsiyan roja sêşemê bi 2 moşekên dijkeştiyan ber bi Behra Sor ve avêtine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê “X” got:

“Hûsiyan roja sêşemê bi du moşekên palistî dijî keştiyan, ji herêmên di bin kontrola xwe de li Yemenê ber bi başûrê Behra Sor ve avêtine.”

CENTCOM’ê diyar kir ku gelek keştiyên bazirganiyê ragihandin ku êrişê bandor li wan kiriye lê di heman demê de, der barê zirarê de tu agahî nedane.

CENTCOM ragihand ku ji 19`ê Mijdarê ve, 24 êrişa li dijî keştiyên bazirganiyê yên li başûrê Behra Sor hatine kirin.

Koma Ensarullah “Hûsî” ragihandibû ku ew plan dike keştiyên girêdayî Îsraîlê yan jî diçin benderên wê, bike armanc.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li hember êrişan, ji bo parastina navîgasyonê li Behra Sor bi gelek dewletên din re hevalbendiya “Nobetdarê Geşepêdanê” ragihand.

Îngîlîstan û Amerîka li dijî Hûsiyan amadekariya êrîşên hewayî dikin

Back to top button