Rêveberiya Xweser: Revandina nûnerê me têkiliyên bi Başûrê Kurdistanê re aloz dike

82 roj in Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen bê sedem ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Tevî ku heta niha gelek caran bang li PDK’ê hatine kirin jî lê Cîhad Hesen nayê berdan.

Îro Rêveberiya Xweser derbarê nûnerê xwe yê hatiye revandin daxuyaniyek da.

Rêveberiyê got, “Nûnerê me bê sedemên qanûnî hatiye revandin û ev yek têkiliyên di navbera me û başûr de aloz dike.”

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen 10’ê Hezîranê li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û heta niha jî nehatiye berdan.

Tevî gelek bang û hişyariyan jî lê PDK derbarê revandina Hesen de ti agahîyekê nade.

Îro Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser têkildarî revandina nûnerê xwe Cîhad Hesen de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif li pêşiya avahiya daîreyê ya li Qamişloyê hatiye dayîn.

Kemal Akîf da zanîn bêyî ku sedemeke qanûnî bê nîşandan nûnerê wan hatiye revandin û diyar kir rewşa tenduristiya Cîhad Hesen ku di girtîgehê de ye nebaşe û derfet nayê dayîn ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê pêre bikin.

Akîf anî ziman ku revandina nûnerê wan li dijî nirxên dîplomatîk, siyasî, mafên mirovan û welatparêziyê ye û wiha got,

“Revandina nûnerên me û ne berdena wî hemû qanûnên dîplomasiyê binpê dike. Divê Rêveberiya Xweser derbarê sedemên girtinê de were agahdarkirin. Girtina bê sedemên qanûnî ya nûnerê me têkliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Başûrê Kurdistanê de aloz dike. Em dixwazin têkiliyên me baş bin.”

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif di dawiyê de diyar kir PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê ji jiyana Cîhad Hesen berpirsyarin û bang kir ku nûnerê wan tavilê bê berdan.

Her wiha Akîf bang li rêxistinên mafên mirovan jî kir ku bikevin nava tevgerê.

Back to top button