Çalakiyên gel yên bi armac şermezarkirina êrişên li ser herêmê zêde dibin. Îro li Qamişlo, Kobanê, Reqa û Helebê çalakî hatin lidarxistin û bang li dewletên cîhanî hate kirin ku êirşên dewleta Tirk rawestînin.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê li gelek bajaran li hember êrişên dewleta Tirk meş û çalakî hebûn…
Li bajarê Qamişlo Konfedrasiyona Birîndarên şer yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Ciwanên Kurd bi daxuyaniyên cuda êriş li ser herêmê şermezar kirin.
Şêniyên navçeya Amûdê jî bi heman armancê meşiyan.
Şêniyan diyar kirin ku bêdengiya civaka navnetweyî, Rusya û Amerîka rê da dewleta Tirk bi hemû awayî êrişî herêmê bike.
Li Til Berak jî bi çalakiyekê êriş hatin şermezarkirin
Li Kobanê û Reqa peyama berxwedan û tekoşînê hate dayîn
Şêniyên kobanê jî bi boneya 25’ê mijdarê derketin çalakiyê û li dijî êrşên dewelta Tirk a dagirker peyam dan û diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe dewam bikin..
Meclisa Edelata Civakî ya Herêma Firatê jî li bajarê Kobanê daxuyaniyek da..
Şêniyên Reqa jî li daqan bûn.
Şêniyan piştgiriya xwe bi hêzên Sûriya DemokratîkQSD’ dan û da zanîn ku ewê bi hev re li dijî dagirkeran bertek nîşan bidin.
Meclis û saziyên Helebê êriş şermezar kirin
Li Helebê jî Akademiya Civaka Demokartîk, Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel li dijî êrişan daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de bang li hêzên cîhanî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê rawestînin.