“Wê dagirkeriya dewleta Tirk rojeva konseya ewlekariyê ya NY be”

Sibe Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî li ser daxwaza Iraqê ji bo komkujiya Zaxoyê dicive. Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad jî diyar kir ku komkujiya Zaxoyê ne PKK, dewleta Tirk berpirsyar e.

Parlementerê Iraqê Soran Omer derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî û got: “Îro komisyona ewlehî û parastinê li gel komisyona peywendiyên derve ya parlementoya Iraqê civiya.

Di civînê de pêşniyar û raporên taybet ên li ser komkujiya Zaxo û dagirkeriya Tirkiye pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hatin kirin daku ew rapor sibe radestî Konseya Ewlekariyê ya NY were kirin.”

Wezîrê Parastinê: Dewleta Tirk ji komkujiya Zaxoyê berpirse

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad, di daxuyaniyê de wiha got: “Me daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku hêzên xwe yên li herêmê paşde bikêşine. Lê dewleta Tirk guh nade vê daxwaza me.”

Înad bal kişand li ser daxuyaniyên dewleta Tirk yên li ser komkujiyê û got: “Komkujî bi topên giran ên 155 mm hatiye kirin. Di destê PKK’ê de çekên giran nîne. Tirkiyeyê ev êriş kiriye û ji komkujiyê berpirsyar e.”

Back to top button