KCK’ê bi peyamekê salvegera Tevgera Goran pîroz kir

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê bi boneya 13’emîn salvegera damezrandina Tevgera Goran peyameke pîrozbahiyê weşand.

Konseya Rêveber a KCK’ê di peyama xwe de ev tişt gotin: “Bi boneya 13. salvegera damezrandina Tevgera Goran, li ser navê hemû endamên rêveber û kadroyên KCK’ê em germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyê we birêzan û hemû endam û alîgirên Tevgera Goran dikin.

Tevgera Goran wek hêzeke siyasî ya ji helwesta azadîxwaz, dadperwer û demokrasîxwaz a Başûrê Kurdistanê derketiye, bi pêşengiya rehmetî Newşîrvan Mistefa û hevrêyên wî mohra xwe li guhertinên siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê da û bû cihê hêvî û baweriya gel.

Hêvîdarin ku bi esasgirtina hêz û vîna gelê me bikarin di çareserkirina pirsgirêkan û avakirina jiyaneke azad û demokratîk de roleke pêşengtî bilîzin.”

Back to top button