Dagirkeriya Tirk qada topbaranê li dijî herêmê fireh dike.
Duh jî gundên Şehba û Qamişlo hatin topbaran kir.
Duh bi şev Gundên Til Medîq, bendava Şehba, Herbil, Um Hoş û Semoqa yên Şehbayê hatin topbarankirin.
Nêzî 20 top li derdora gundên Herbil, Um Hoş û Semoqa ketin.
Danê êvarî jî Dewleta Tirk , gundê Til Zîwan ê Qamişlo topbaran kir.
4 top li gund ketin, gelek ziyan li milk û malên welatiyan bûn.
Asayîş: Dewleta Rirk hewl dide welatiyên herêmê koçber bike
Di vê derbarê de Asayîşê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Duh, gundê Til Zîwan yê girêdayî bajarê Qamişlo bû hedefa êrişên dewleta Tirk .
Dagirkeriya Tirk hewl dide ku welatiyan koçber bike û ewlehiya wan têk bibe.
Di encama van êrişan de ji hemû pêkhateyên gelê me yên li herêmên nêzî xeta sînor dijîn, dibin qurban.”