Şehîd Barîn Botan bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Duh li bajarê Hesekê merasîma 3 jinên fermandar ku di encama êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li dar ket. Îro cenazeyê şehîd jiyan Tolhildan gihişt Helebê û yê Barîn Botan jî gihişt Şehbayê. Cenazeyên herdu fermandaran ji aliyê bi hezar kesan ve bi siloganên şehîd namirin û di nav tilîliyên dayîkan de hat pêşwazîkirin.

Ji bo Şehîd Barin Botan li Şehbayê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.

Cenazeya Şehîd Barîn li nexweşxaneya Avrîn li navçeya Fafînê ber bi goristana şehîdên berxwedana serdemê ya li navçrya Ehrezê ve hat birin.

Di merasîmê de axaftin li ser navê meclîsa malbetên Şehîdan a herêma Efrînê û rêveberiya xweser a herêma Efrînê ve axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Piştre wesîqeya şihadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin..

Di dawiyê de cenazeya Şehîd di nava tilîliyên dayîkan de spastin axê.

Back to top button