Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Raid Kerîm diyar kir Tirkiye timî serweriya Iraqê binpê dike û dazanîn li parlemetoyê jî daxwaz heye rûniştinek li ser êrîşên Tirkiyeyê çêbibe.
Şîrovekarê Siyasî Raid Kerîm têkildarî binpêkirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê axivî.
Raid Kerîm dazanîn hikûmet li beramber êrişên Tirkiyê ‘bêdeng’ nîne û got:
“Hem hikûmet û hem jî parlemento daxwaza rawestandina êrişan dikin.
Raid Kerîm dazanîn parlemento berê jî çend caran li ser êrişên Tirkiyê rawestiyaye û got:
“Niha jî daxwaz heye dema pêş êrişên Tirkiyeyê bikeve rojeva parlementoyê.
Piştî temambûna proje yasaya bûdceyê yek ji dosyaya girîng ya parlementoyê ku li ser raweste jî wê dosyaya êrişên Tirkiyeyêbe.”



