Kongra Star piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser

Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da beynnameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 12 salan ve Sûriye di krîzeke rastîn de ye û gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe gelek zehmetî kişandin.

Li ser vî esasî, Rêveberiya Xweser di vê dawiyê de beyannameyeke çareseriyê ji 9 bendên sereke ragihand.

Armanc ji vê beyannameyê yekitiya xaka Sûriyê were parastin, wekheviya di mafan de di navbera tevahî gelê Sûriyê de pêk were.

Em Meclisa Kongra Star baweriya me ya bi cidiyeta helwesta Rêveberiya Xweser û banga wê ya ji bo diyalogan û çareserkirina aloziyê heye.

Em bang li tevahî sûriyayan dikin ku piştgiriyê bidin vê beyannameyê.

Divê hikumeta Sûriyê bersiva vê beyannameyê bide û ji bo dîtina çareseriyeke hevbeş ku dawî li vê aloziyê were, kar bike.

Back to top button